• DOLAR 32.34
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2393.529
  • ...
Îsraîlê rejîma terorê û Amerîkaya emperyalîst li Êlihê hatin telînkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya çapemenîyê ya ku hat lidarxistin Serokê Bajêra Êlihê yê HUDA PARê Davud Şahîn  axavtinek kir. Şahîn di axavtina ku kir de destnîşan kir ew wê qerara Amerîka ya naskirina Qudsê wek paytextê nas nakin û ew sîyonîzmê jî wek dewletekê qebûl nakin.

Şahîn di berdewama axavtina xwe de diyar kir Quds ji bajarekî ji rêzê nîne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Quds bajêra nîşandana micadeleya tewhîdê ye. Quds bo Mislimanan bajarekî muqaddes e. Ji ber wê yekê cihê Qudsê di dilê me de cuda ye. Îro emperyalîst ji bêçareyî, belavbûn û perîşanîya ummeta Îslamê cesaretê distînin û dixwazin gava duyemîn bavêjin. Bi qerara wî barazê zer  qerar hatiye dayîn ku seferata Amerîka ya li Tel Avîvê bê veguhastin li Qudsê. Ger ji vê re destûr bê dayîn, dixwazin ku erdnigarîya Îslamê bi dest bixin û hakîmtîyeke ku di navenda wê de Qudsê hebe bidamezrînin."

Piştî axavtina Şahîn daxuyanîya çapemenîyê ji teref Mehmet Emîn Dogru ve hat xwendin. Dogru di daxuyanîya ku da de destnîşan kir divê Tirkîye  pêwendîyên xwe yên bi Îsraîlê re qut bike û dû re wiha got: " Quds namûsa ummetê ye. Em qetîyen nehêlin dest bidin vê namûsê. Divê Misliman di nav yekîtîyê de Amerîka û çeteyên sîyonîst poşman bikin. Roj ne roja bêdengmayînê ye û roj ne roja serî tewandina li ber zilletê ye. Heta ku Quds ji bin işxala sîyonîsan bê rizgarkirin em ê li ber de bidin û qet dev ji berxwedanê bernedin."(ÎLKHA)









































Bu haberler de ilginizi çekebilir