• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.98
  • ...
2 jê gundparêz tev de 4 kesên ku îstîsmara zayendî li qizîka astengdar kirin hatin girtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin G.K.ya 15 salî ya ku ji dema dayikbûnê vir ve kerr û lal e li rasta îstîmara zayendî ya 4 kesan hat. Qizîka ku li rasta îstîsmara zayendî hat piştî ku perwerdehîya ku stand re bûyerê ji polêsan re vegot.

G.K. destnîşan kir ew wan kesên ku lê îstîsmara zayendî kirine nas nake, lê ger wan 4 kesan bibîne dê wan nas bike û ew ji wan 4 kesan gilîdar e.

Di encama lêpirsîna polêsan de derket holê ji wan 4 kesan 2 kes gundparêz in û 2 ji wan jî li heman gundî îqamet dikin.

Hat hînbûn her 4 kesên ku tê îddîakirin li qîza 15 salî îstîsmara zayendî kirine di îfadeyên xwe yên ku li ewlehîyê dane qebûl kirine ku ji teref wan ve qîzik bo demekê hatiye desteserkirin û lê îstîsmara zayendî qebûl nekirin.

Lê belê ji ber ku raportên nexweşxanê wekî îfadeyên kesên şikdar derneket kesên şikdar bi teleba girtinê sewqî mehkemê hatin kirin  û ji teref mehkemê ve hatin  girtin.

Hat hînbûn 4 kesên ku li qizîka 15 salî îstîsmara zayendî kirine hatin şandin Girtîgeha Girtî ya Bingolê.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir