• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Leşkerê ku li pisîkê îşkence kiribû serbest hat berdan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Artêşxaneya Erzîncanê ji ber leşkerekî araqvexwar li pisîkê îşkence kiribû hatibû binçavkirin. Leşker bi cizakirina pera hat cizakirin û bi şertê qontrola edlî serbest hat berdan.

Li gor beyanata ku ji teref Walîtîya Erzîncanê ve hat dayîn de hat îfadekirin ku do li bajêr bûyera ku hat holê wûcdana raya giştî birîndar kiriye û ji ber T.H bûbû sebebê  vê bûyerê ji teref Serdozgerîya Komare ya Erzîncanê ve sewqî Dadgeha Silhê ya cizayê hatiye kirin.

Di beyanata Walîtîyê de cîh hat dayîn van agahiyan: "Ji teref Dadgeha Silhê ya Erzîcanê ve hat gotin ku; Di hiqûqa me de li dijî sûcên li hember ajalan tên kirin  li gor madeya qanûna esasî ya TCK 151/2 tenê ji bo heywanên bixwedîye. Lê belê ji ber di qanûnan de li hember sûcên li dijî heywanên bêxwedî tên kirin tu cizayê qanûnî tuneye lazim e ji bo mafên ajalên bêxwedî jî bên parastin divê di qanûna esasî ya madeya TCK 151/2 an guherandin bên kirin û di şûna ajalên bixwedî de lazim e mafê temamê ajalan bên xistin bin qanûna esasî. Kesê şikdar T.H li gor madeya CMK ya 190î bi şertê qontrola edlî serbest hat berdan û ji 7 rojan lazim e 2 rojan here qereqolê û îmzê bavêjê."  

Di berdewama beyanatê de hat îfadekirin ku li gumanbar re li gor madeya 35an ya Qanûna Parastina Ajalan û Qanûna Qebehetan 2 hezar û 252 lîre cizayê pere hatiye birîn.

Derbarê leşkerê bialqol de ji teref Wezareta Parastinê ya Mîlî ve mufetîş hatine wezîfedar kirin û teg heqîqatên derbarê mijarê de dewam dike. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir