Li Şirnexê 3 kes ketin bîra avê
3 kesên ku berî niha di madena bêrûxset a ku berî niha xebatên wan hatibûn qedexekirin de dixebitîn ji bo raçin amûrên xwe cardin çûn madenê, lê her 3 karker ketin bîra avê û jiyana xwe ji dest dan.
Hat ragihandin li Balverena Şirnexê 3 kesên ku berî niha di madena bêrûxset a ku berî niha xebatên wan hatibûn qedexekirin û hatibû girtin de dixebitîn ji bo rajin amûrên xwe cardin çûn madenê, lê her 3 karker ketin bîra avê û jiyana xwe ji dest dan.
Hat diyarkirin ji kesên ku di bîra avê de jiyana xwe ji dest dane 2 kes bira ne. Navên wan jî wisa ne: Abdurrahman û Omer Tunç, Îdrîs Înal.
Piştî ku bi bûyerê hat hisîn re gelek ekîbên ambûlans, AFAD û cendirmeyan hatin sewqkirin cihê bûyerê. Di bîra ku kûrahîya wê 60 metroyê de xebetên lêgerînê berdewam dikin û ji Êlih û Wanê jî bo lêgerînê binavger hat telebkirin.(ÎLKHA)