• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.98
  • ...
Ji Sekreterê Neteweyên Yekbûyî bangewaziya "Yemenê"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres, bi rêya berdevkê xwe Stephane Dûjarrîc beyanatek da û di beyanatê de îfade kir ku: "Li Yemenê di demên dawî de di şer û pevçûnan de bi dehan însan hatine kuştin û birîndar kirin, ji ber vê dirûmê ez pir bi endîşe me."

Guterres diyar kir ku: "Ji ber şer û pevçûnan xelkê Yemenê nikarin derkevin kolanan û qûtê xwe bistînin û li hêla din ekîbên alîkarî û tenduristiyê nikarin xebatên xwe bikin û bigêjin kesên sivîl."

Guterres îfade kir ku ji bo xebatên lihevkirina siyasî bi awakî berfireh bên kirin em bangî herdû hêlan dikin ku di bin nezareta Neteweyên Yekbûyî de bixebitin.

Di gel van bangewaziyên Neteweyên Yekbûyî (NY) digel ku Siûdî Erebîstanê îfade kir ku wan dorpêçkirina xwe ya li ser Yemenê bi temamî ranekiriye. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir