• DOLAR 32.507
  • EURO 34.901
  • ALTIN 2452.139
  • ...
Cotkarê Rihayî ji fatureyên zêde yên ceyranê re bertek nîşan da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Xelîl Barîyê ku li gundê Yazguneşa Wêranşara Rihayê cotkariyê dike  derbarê mijarê de diyar kir ji erdê ku ew diçîne re tev de 42 hezar lîre fatura hatiye birîn û ew nizane li hember vê faturaya bilind çi bike.

Barî di berdewama axavtina xwe de diyar kir wî îsa 35 donim erd kiriye pembû û ew îsal mexdûr bûye. Barî dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "DEDAŞê îsal bo 35 donim erd tev de 42 hezar lîre fatura birî. Min ji wan erdan çi bi dest xist ku ez ev qas pereyan bidim. Bi qasî dinyayekê mesrefa van erdan heye. Ger mazot, tov, derman, arizeya bîra avê û tiştên din hisab bike ji me re hinek xercane yan dimîne yan namîne. Lê ez ê vê 42 hezar lîreyan çawa bidim nizanim. Mehên borî ji maleke min a ku ez qet bi kar nayênim re 10 hezar lîre heqê ceyranê hat birîn. Min bi şiklekî heqê wê da. Lê dû re 42 hezar lîre hat. DEDAŞ ceza dide me yan tiştekî din dike me jî fêm nekir."

Barî di dawiya axavtina xwe de diyar kir li herêmê ji gelek kesên mîna wî re faturayên zêde hatine birîn û bang li rayedaran kir da ku mexdûriyeta wan bê çareserkirin.(ÎLKHA)

 













Bu haberler de ilginizi çekebilir