• DOLAR 32.542
  • EURO 34.96
  • ALTIN 2458.81
  • ...
"Cihê nijadperestî û mezhebperestîyê di dînê me tuneye"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Karên Diyanetê Prof. Dr. Alî Erbaş li Mûşê bi wezîfedarên dîn re di civînekê de hat bal hev. Erbaş di di civînê de diyar kir cihê nijadperestî û mezhebperestîyê di dînê me tuneye.

Erbaş di berdewama axavtina xwe ya ku li civînê kir de diyar kir cihê nijadperestî û mezhebperestîyê di dînê me tuneye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Çawa ku ji mêj ve tê xwestin bi heman awayî îro jî hinek kes bi têgihiştinên nîjadperestî, mezhebperestî dixwazin me berdin hev û di vî warî planan dikin. Ev plan ne nû ye, ango ev ji 100 salî zêdetir e ku heye. Em ê li dijî van planan bisekinin û em ê tawîzê nedin. Cihê nijadperestî û mezhebperestîyê di dînê me tuneye. Pêxemberê Hz. Muhammed di hedîseke xwe de dibêje 'Serdestîya kesê Ereb li hember kesê ne Ereb û serdestîya  kesê ne Ereb li hember kesê Ereb tuneye. Serdestî encax di teqwayê de ye."(ÎLKHA)

 





















Bu haberler de ilginizi çekebilir