Hejmara cotkarên qeydkirî 2 milyon û 267 hezar e
Wezîrê Xurek, Çandinî û Heywandariyê Ehmed Eşref Fakibabapêşniyaznameya Parlementerê Nîxdê yê CHPê Omer Fethî Gurer bersivand.
Parlementerê Nîxdê yê CHPê Omer Fethî Gurer ji ber mişkîleya koça ji gundan ber bi bajêran ve ji Wezîrê Xurek, Çandinî û Heywandariyê Ehmed Eşref Fakibaba xwest ku bersiva pêşniyaznameya ku daye bide.
Ji ber vê pêşniyaznameyê Wezîrê Xurek, Çandinî û Heywandariyê Ehmed Eşref Fakibaba destnîşan kir hejmara cotkarên li ÇSKyê qeydkirî ne 2 milyon û 267 hezar e.(ÎLKHA)