Di duaya xwarinê ya di leşkeriyê de guhartin
Hat ragihandin duaya xwarinê "Tanrımıza hamdolsun" ya li leşkergehan wek "Allah'ımıza hamdolsun(Hamd ji Allahê me re)" hat guhartin.
Wezareta Karên Hundir derbarê duaya xwarinê de pêşnûmayek şand leşkergehan,li gor pêşnûmaya ku hat şandin duaya xwarinê ya ku wek "Tanrımıza hamdolsun" dihat kirin ew ê wek "Allah'ımıza hamdolsun (Hamd ji Allahê me re)" bê kirin.
Derbarê mijarê de di sala 2016an de kesekî li Mêrsînê serî li Komisyona Daxwazê ya TBMMê dabû û xwestibû ku peyva "Tanri" wek "Allah" bê guhartin. Piştî ku ev daxwaz hat kirin nirxandin re Wezareta Karên Hundir derbarê duaya xwarinê de pêşnûmayek şand leşkergehan, li gor pêşnûmaya ku hat şandin duaya xwarinê ya ku wek "Tanrımıza hamdolsun" dihat kirin ew ê wek "Allah'ımıza hamdolsun (Hamd ji Allahê me re)" bê kirin.(ÎLKHA)