• DOLAR 32.34
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2393.529
  • ...
Qerara hevpar: Dê Kongreya Gotûbêjê ya Navneteweyî li Sûriyê bicive
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin Serokomar Erdogan, Serokê Dewleta Rûsyayê Putîn û Serokomarê Îranê Rûhanî yên ku tevlî civîna Sûriyê ya li Soçiya Rûsyayê bûn di warê tertîpkirina Kongreya Gotûbêjê ya Navneteweyî ya li Sûriyê de li hev kirine.

Civîna ku li Soçiya Rûsyayê hat tertîpkirin di  seat 18.40an de bi dawî bû. Piştî civînê her sê serok daxuyaniyeke hevpar a çapemeniyê dan.

Di daxuyaniya hevpar a çapemeniyê de Serokê Dewleta Rûsyayê Vlademîr Putîn derbarê mijarê de wiha axivî: " Tirkiye, Îran û Rûsya li hev kirin ku li Sûriyê Kongreya Gotûbêjê ya Navneteweyî bê tertîpkirin. Me di warê li Sûriyê tertîpkirina Kongreya Gotûbêjê ya Navneteweyî de desteka Tirkiye û Îranê stand. Divê li Sûriyê hilbijartinên azad bên tertîpkirin. Me di civînê de meseleyên sereke axivî."(ÎLKHA)

 











Bu haberler de ilginizi çekebilir