• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.98
  • ...
Harîrî vegeriya Lubnanê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Saad Harîriyê ku li Riyada paytexta Siûdî îstîfaya xwe ragihand piştî 18 rojan vegeriya welatê xwe.

Di 4ê mijdarê de Serokwezîrê Lubnanê Saad Harîrî bi şikleke ku nehatiye dîtin li Siûdî îstîfa xwe daxuyandibû ku ev yek li Lubnanê bûbû sedema şaş mayînê, her wisa piştî îstîfaya Harîrî ji teref Hîzbullah ve hatibû ragihandin ku Harîrî bi zextên Siûdî îstîfaya xwe ragihandiye.

Îstîfaya Harîriyê ku dihat îddîakirin li Siûdî bi zorê tê girtin ji teref Serokomar Mîşel Avn ve jî nehatibû qebûlkirin.

Harîriyê ku bi dorê welatên mîna Fransa, Misir û  hêla Kibrisa Rûm ziyaret kir doh êvarî vegeriya Lubnanê û mêzela bavê xwe Refîq Harîriyê ku bi sûîqestê hatibû kuştin ziyaret kir.

Harîrî dû re bi di çarçoveya ewlehiyeke zêde de derbasî mala xwe bû, tê meraqkirin ew ê ji vê gavê pê ve li Lubnanê çi hewadîs rû bidin.(ÎLKHA)

 

Bu haberler de ilginizi çekebilir