• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
 "Pêdiviya me ji edeb û îffeta Hz. Osman ra gelek zêde heye"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Cizîra Şirnexê ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve di bergeha bernameyên meha mijdarê ya ku wek meha sahabiyan hatibû îlankirin de bernameyeke bi navê "Tîmsala Edeb û Hayayê Hz. Osman" hat tertîpkirin.

Di bernameya ku hat tertîpkirin de Arîkarê Serokê Giştî yê Îttîhadul Ulemanyê Mela Beşîr Şîmşek derbarê girîngiya mijarê de axavtinek kir.

Mela Beşîr di axavtina xwe ku kir de diyar kir di heyata Hz. Muhammed û sahabiyên wî de hizûr, biratî û saadet hebû û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Em îro çima behsa heyata Hz. Muhammed(s.x.l), Hz. Osman û sehabiyên din dikin? Di jiyana Pêxemberê me Hz. Muhammed de ji bo me hizûr, heyat, biratî û saadet heye. Xweda bo temamê nirxên însanetiyê ji me re pêxember şandiye. Dema ku me qala mewlûda Pêxemberê me Hz. Muhammed kir divê em wan xweşikayiyên di jiyana wî de ji xwe re bigrin  û tetbîq bikin da ku esra me bibe esra saadetê. Bı heman awayî dema ku me qala sehabiyan kir jî ev yek wisa ye. Di roja me ya îroyîn de Misliman ji nirxên Îslamî dûr jetine.

 "Êş û elema herî mezin a milletê Kurd a ku îftîxara edeb û hayayê ye mixabin îro bûye bêedebî û bêheyatî"

Şîmşek di berdewama axavtina xwe de diyar kir tiştên mîna izzet, merhamet, adalet, hizûr, yekîtî û biratî nirxên însanî ne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Însan bi van wesfan tehm û lezzeta însanetiyê mêze dike. Ev wesf bi kî re hene? Bêşiphe ev wesf bi Pêxemberê me û sehabiyên wî re tê dîtin. Ew mamosteyên van xweşikayiyan in. Însan ji van wesfan dûr ketine, niha tefekur bikin; Em behsa Hz. Osman dikin. Em qala îffet, îbadet, sila-î rahîm, fedakarî û merdîtiyê ango qala Hz. Osman dikin. Îro gelek zêde pêdiviya me bi wan wesfan gelek zêde heye. Îro em wek civakê gelek zêde ji îffet û edeb û hayayê re her wisa ji biratî û yekîtiyê re muxtac in. Em wek civakê ji ber ku ji van wesfan dûr ketine îro em ketine vî halî. Biratî, edeb û haya çûye ji dêla wan ve neyartî, bêîffetî û bêdebî hatiye. Êş û elema herî mezin a milletê Kurd a ku îftîxara edeb û hayayê ye mixabin îro bûye bêedebî û bêheyatî."

Mela Beşîr Şîmşek di berdewama axavtina xwe de qala fedakarî, haya, edeb û îffet Hz. Osman û pêdiviya Mislimanan a van xesletan kir û dû re qala fedakariya ku Hz. Osman di rêya Îslamê da kiriye kir û dû re wiha got: "Divê heta ku Îslam û Qur'an bibin hakim em mal û canê xwe feda bikin."(ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir