• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Li Hezoyê malek hilweşiya: Kesek jiyana xwe ji dest da û 6 kes jî birîndar bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li taxa Tepecîka navçeya Hezoya (Kozluk) Êlihê di maleke ku qata wê ya ewil wek axur dihat bikaranîn û bi tevahî 2 qatî bû de hilweşîn çêbû. Di encama  hilweşînê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 6 kes jî birîndar bûn.   

Bûyer do derdora seat 22.00an de qewimî. Li gor agahiyên hatin wergirtin di wextên êvarî de ji ber barana zêde li navçeyê maleke li ber xerabûnê  ya 25 salî ya ku bi kerpîçan hatibû çêkirin hilweşiya.

Di dema xerabûna xanî de texteya di tawana xanî de li ser  Îbrahim Azrak (61) de ket . Ji ber îsabetkirina texteyan Azrak jiyana xwe ji dest da. Kesên bi navê Yûnus Emre (10), Hulya (26), Hardem (61), Ebubekir (17), Mehmet (23) û Nazlı Azrak (12) ên ku di heman malê de bûn jî birîndar bûn.

Piştî  hilweşînê kesên birîndar bi alîkariya welatiyan ji mala hilweşiyayî hatin derxistin û bi ambûlansaên ku hatin ciyê bûyerê hatin rakirin Nexweşxaneya Hezoyê ya Dewletê. Li nexweşxaneyê piştî midaxeleyên ewil hat kirin, hatin şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Herêmê ya Êlihê.

Hat hînbûn ku ji bo muameleyên otopsiyê, termê Îbrahîm Azak sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Herêmê ya Êlihê hatiye kirin û wê di saetên sibê de li Goristana Tepecikê bê veşartin.

Piştî bûyerê gelek ekîbên AFAD û agirkujiyê sewqî ciyê bûyerê hatin kirin. Ekîbên AFADê ji êvar de ji bo ajalên dibin hezazê de mabûn xelas bikin xebitîn. Ji 6 çêlekên di bin hezazê de mabûn  2 heb telef bûn 4 heb jî hatin rizgarkirin.

Polêsan li ciyê bûyerê vekolîn kirin û derbarê hedîsê de lêpirsîn dan destpêkirin.

Piştî bûyer hat bihîstin welatiyên navçeyê çûn mala hilweşiyayî  û nexweşxaneyê birîndar ziyaret kirin.

Abdussamed Erkûl bahsa dema hilweşînê kir û got: "Em li mal bûn, di cî de dengekî bi şidet hat. Em derketin derve û reviyan. Piştî me cîranên xwe jî agahdar kir em dîsa hatin malê. Me nêrî mal xera bûye. Di serî de em 3 kes bûn. Di cî de me alîkariya wan kir û kesên birîndar ji bin enqazê derxistin. Îbrahîm jî ji ber ku depeke ku kolon bû  li serê wî ketibû di cî de jiyana xwe ji dest da. Du lawên Îbrahîm jî mektebê dixwînin û ne li vir in."

Hat hînbûn ku ji ber erdheja bi şideta 7,3yan a li ser sînorê Iraq-Îranê qewimî malê xisar ditîbû û malbat ji bo malê biguherîne li xaniyakî bi deman digeriya.

Derbarê hilweşînê de ji teref walîtiyê ve daxuyanî

Li hêla din Walîtiya Êlihê derbarê mijarê de daxuyaniyek da û cîh dan van agahiyan: "Li taxa Tepecîka Hezoya navçeya Bajarê me, di 19ê Mijdara 2017an de roja yekşemê derdora saet 22.00an de di maleke ku ji kerpîçan hatibû çêkirin hilweşiya. Di encama hilweşînê de 6 welatiyên me bîrîndar bûn û welatiyekî me jî jiyana xwe ji dest da. Welatiyê di hilweşînê de jiyana xwe ji dest da em ji bo wî  ji Xwedê rehmetê dixwazin û ji bo welatiyên xwe yên birîndar jî şîfayê dixwazin." (ÎLKHA)   

 















































Bu haberler de ilginizi çekebilir