• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Mêrdînî: Em vê bêexlaqiyê naxwazin!
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Tê xwestin di 18ê Mijdarê roja şemiyê di bin navê projeya "Projeya Nûçevantiyê ya Zayenda Civakî ya Navendî" ya ku KAOS GL destekê didiyê û di nav de ye û ji teref Bîaneta Weqfa Pêwendiyê ya IPSê ve tê birêvebirin  bernameyek bê lidarxistin.

Mêrdiniyên ku derheqê bernameya bêexlaq a ku di navenda wê de "hevzayendî" heye de ji ÎLKHAyê re axivîn derbarê mijarê de diyar kirin ew li Mêrdînê wan bêexlaqiyên ku bûne sedema helakbûnas qewmê Lût naxwazin  û bang li rayedaran kirin da ku ev bername bê îptalkirin.

Lutfu Gunluoglu derbarê mijarê de diyar kir  ev cûr bername li dijî adet, orf, kevneşopî, bastan û baweriya ciwakê ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Em dizanin çawa ku di rabirdûyê de tertîp dikirin îro jî di bin navê komeleyên cuda de bernameyên hevzayendiyê tên tertîpkirin. Em esle vê yekê qebûl nakin û bi şidet red dikin. Lê mixabin em dizanin ew kes ji valahiya qanûnê sûdê werdigrin û car xar van bernameyan tertîp dikin.  Me salên borî jî dît û bihîst. Em dizanin ji ber ku hinek kesên hesas  bertek nîşan dabûn bername hatibû betalkirin. Ne li Mêrdînê û ne jî tu derê din em naxwazin ev cûr bername bên tertîpkirin.  Ez wek welatiyekî Mêrdînî berteka xwe nîşan didim. Em bi şidet li dijî vê yekê ne. Wek welatîyekî çi ji destên me were em ê bikin. Bo rayedar di vî warî de tiştinan bikin em bang li wan dikin. Înşallah ev bername bê betalkirin."

Welatiyên din ên Mêrdînî jî nerazîbûn û bertekên xwe nîşan dan û derbarê mijarê de wisa axivîn:

Şeyhmus Ecevît: "Em naxwazin bernameya 'hevzayendî'yê bê tertîpkirin, ger pêwîst be em ê xwe berdin kolanan."

Ferîd Dengîz: "Em wek xelkê Mêrdînê vê yekê qebûl nakin."

Abdullah Çelîk: " Tu Mêrdînî dê vê yekê qebûl neke."

Huseyîn Arasan: "Em vê rezîltî û adîtiyeke wisa qebûl nakin.Bila bername bê betalkirin."(ÎLKHA)


 

















Bu haberler de ilginizi çekebilir