• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Rûhanî li herêma erdhejê kesên mexdûr ziyaret kir û lêkolînan kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hesen Rûhaniyê Serokomarê Îranê yê ku li Kîrmanşaha bajêra Kurdistana Îranê ya ku lê erdhej qewimî ziyaret kir derbarê mijarê de wisa got: " Xelkî hikûmet û hêzên me yên çekdar temam li va xelkê Kîrmanşahê ne."

Ruhaniyê ku di wextên şeveqê de çû herêma ku lê erdhej qewimî destnîşan kr ew ê ji bo xelk karibe malên xwe ji nû ve ava bikin alîkariya parayan bidin xelkê mexdûr.

Ruhanî di berdewama daxuyaniya xwe de derbarê mijarê de wisa got: " Ez dixwazin li ser navê temamê xelkê Îranê  ji Kîrmanşahiyan re serxweşiyê bixwazim. Temamê xelkê Îranê li ba xelkê Kîrmanşahê cî girtiye û kesên ku wanan nafikirin tuneye. Rayedar, hikûmet, artêş, Mihafizên Şoreşê, Hêzên Harekata Seferberiyê, Weqfê Avahiyan , Wezareat Karên Hundir û Wezareta Veguhastin û Enerjiyê hewil didin û dixebitin da ku problem ji holê bên rakirin. Ji ber vê yekê ez bo wan teşekur dikim."

Rûhanî di berdewama axavtina xwe de got "hikûmet ew ê di demeke kurt de mişkîleyan çareser bikin"  û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: " Weqfa Avahiyan erka bicîkirinê li ser xwe girtiye. Divê temamê kesên xêrxwaz û rayedarên leşkerî û hikûmetî destekê bidin vê saziyê û bi tena serê xwe hereket nekin. Ji bilî van ew ê ji şêniyên xelkê re alîkariya parayan bê kirin da ku karibin ji nû ve malên xwe ava bikin."

Di erdheja ku roja yekşemê li ser sînora Kurdistana Îran û Iraqê pêk hat de hejmara kesên ku li Kurdistana Îranê  jiyana xwe ji dest dan derket 430 kesan û zêdetirî 7 hezar kesan jî birîndar bûn. Her wisa hat ragihandin  nêzî 12 hezar malan hilweşiyan.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir