• DOLAR 34.543
  • EURO 36.616
  • ALTIN 2920.659
  • ...
 "Bernameya hevzayendî" ya ku li Mêrdînê bûbû sedema bertekan dîsa di rojevê de ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

 Ew ê di 17ê Nîsana sala 2014an de li Artukluya Mêrdînê paneke bi navê "Ji Nexweşiyê Ber bi Teleba Xelkê ve-Seyra Watedarkirina Binavkirinê" hatibana lidarxistin. Encax ji ber xeberên ku derbarê mijarê de hatin rojevê xelk û STKyên hesas bertek bernamê dan û bername hat betalkirin.

Digel ku 3 sal ji ser derbas bûbûn û dikgel bertekên xelkê bernameya "hevzayendî" dîsa bi projeyeke cuda hat rojevê.

Ew ê di 18ê Mijdarê roja şemiyê di bin navê projeya "Projeya Nûçevantiyê ya Zayenda Civakî ya Navendî" ya ku KAOS GL destekê didiyê û di nav de ye û ji teref Bîaneta Weqfa Pêwendiyê ya IPSê ve tê birêvebirin  bernameyek bê lidarxistin.

Di bergeha projeya ku hatiye amadekirin  de tê armanckirin mîna xebatên ku li Stenbol, Mêrsîn, Bûrsa, Îzmîr, Eskîşehîr, Trabzon, Diyarbekir, Edîrne û Dêrsimê hatine kirin li Mêrdînê jî bê kirin.

Hêj navenda ku dê lê bername bê tertîpkirin nehat diyarkirin. Xelkê Mêrdînê miraq ka çima tê xwestin bernameyek ku di navenda wê de "hevzayendî" heye li Mêrdînê bê tertîpkirin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir