• DOLAR 34.515
  • EURO 36.636
  • ALTIN 2926.025
  • ...
Pirsgirêka serbihuriyê tê çareserkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li ser rêya dirokî ya Îpekyola Eyyubiyê ji ber serbihur tuneye bi hezaran xwendekar, mamoste û weliyên xwendekaran tên mexdûrkirin. Piştî xebera li Eyyubiyê rêyên mekteba xerabeye û serbihurê wan tuneye hat çêkirin kesên berpirsyar hişyar kir û xist hereketê. Lewra li devera, lê mektebên dibistana pêşin û lîseyê hene û hejmara xwendekaran nêzîkî 6 hazariye. 

Piştî xebera ÎLKHA yê ya bi sernava "Li ser rê ya ku bi hezaran xwendekar bikar tînin serbihur tuneye!" û paşê heyetek ji Serokatiya Navçeya Eyyubiyê ya HUDA PARê li deverê lêkolîn kirin û bangî rayedaran kirin û gotin lazime berya qezayek nêyê qewimandin tedbîr bên girtin. 

Derbarê pirsgirêka çûnehatina nêzîkî 6 hezar xwendekaran de berya niha hevdîtin hatibûn kirin û di encama van gotebêjan de Alîkarê Sekreterê Giştî yê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin yê Rihayê Mehmet Emîn Yeşîltaş û Serokê Eğitim-Bir-Senê yê şaxa Rihayê Îbrahîm Coşkûn û midûrê 7 mekteban hatin cem hev.  

Di hevdîtinan de mijara serekê çêkirina rêya mekteban, çêkirina serbihur, pirsgiyêka xaza siruştî û mijara înternetê hat axifandin. Îbrahîm Coşkûn destnîşan kir ku pirsgirêka rê wê ji teref Şaredariya Bajarê Mezin ve bê çareser kirin û wiha got: "Berya niha bingeha rêya mektebê ji teref Şaredariya Eyyubiyê ve hatibû çêkirin lê niha wê ji teref Şaredariya Bajarê Mezin ve bê asfaltkin."

Coşkûn îfade kir ku li hember mektebê ji ber lodên molozan dîmenên zaf qirêj derdikevin holê, bi vê wesîleyê emê van molozan ji holê rakin û xebatên paqijiyê bikin. Coşkûn di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku dîwarên derdorê wê ji teref Şaredariya Bajarê Mezin ve bê boyax kirin û ji bo xwendekar bi awakî ewleh werin û herin mektebê, wan xwestiye rawestek li pêşiya Dibistana Pêşîn ya Fatîh Sûltan Mehmet bên çêkirin.

Heta serbihur li xaçerêka kompleksa ku 4 lîse û 3 dibistan lê hene temam bibe wê çûyin û hatin li rawestgeha xaçerêka dibisatana pêşîn ya Fatîh Sûltan Mehmet bê rastkirin. Serbihurê ji bo mektebê bê çêkirin, wê ji teref rêvebiriya rêbejê ve bê çêkirin.

Li hêladin ji bo pisgirêkên înternetê bên çareserkirin bi Turk Teleqomê re rêzek têkili û hevdîtin hatine kirin. Yeşîltaş di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ji bo pirsgirêkên hene em çareser bikin emê hemî îmkan û derfetên xwe seferber bikin. (ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir