Derbarê teqîna li Bûrsayê de 3 mufettîş hatin erkdarkirin
Di teqîna ku li Gursuya Bûrsayê di febrîqayekê pêk hat de 3 mufettîş hatin erkdarkirin.
Doh li Gursuya Bûrsayê di febrîqayeke boyaxê de teqîneke tund pêk hat, di encama teqînê de 5 kes jiyana xwe ji dest dabûn û 16 kes jî birîndar bûbûn.
Di daxuyaniya ku ji teref Walîtiya Bûrsayê ve hatibû ragihandin de hatibû destnîşankirin di teqînê de tev de 5 kes jiyana xwe ji dest dane.
Hat ragihandin kesên ku rewşa wan giran in jî di nav de tev de 16 kes hatin sewqkirin nexweşxaneyan.
Lijneya Teftîşê ya Wezareta Ewlehiya Civak û Xebatê piştî teqîna ku pêk hat re ji bo derheqê teqînê de lêkolîn û tehqîqet bê kirin 3 mufettîşan wezîfedar kir.(ÎLKHA)