• DOLAR 34.606
  • EURO 36.544
  • ALTIN 2930.058
  • ...
Çavuşogluyê Arîkarê Serokwezîr derbarê teqîna li Bûrsayê de daxuyanî da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Arîkarê Serokwezîr  Hakan Çavuşogluyê ku bo ziyaretinan hat Diyarbekirê , li ber Mizgefta Mezin a dîrokî ya li Sûrê pirsên endamên çapemeniyê bersivand.

Çavuşoglu di daxuyaniya ku derbarê teqîna li Gursuya Bûrsayê di fabrîqeyeke boyaxê pêk hat de wiha got: " Mixabin heta niha 5 kes jiyana xwe ji dest dane û nêzî 14 birîndarên me hene. Em li ser mijarê disekinin. Waliyê me û rayedarên bajara me li herêma bûyerê lêkolînan dikin. Me lêpirsîna pêwîst da destpêkirin û em wan taqîb dikin."

Çavuşoglu di berdewama daxuyaniya xwe de diyar kir di febrîqê de teqîneke gelek mezin û bi tund pêk hatiye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Ez ji Xwedê bo wan kesên ku jiyana xwe ji dest dane rehmet û bo malbatên wan jî sebrê daxwaz dikim. Serê Bûrsaya me û karkerên me sax be."(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir