Xuşkên astengdar ji ber riyên xerabûyî nikarin biçin mektebê
Li Hezoya navçeya Êlihê du xuşkên astengdar, bûn mexdûrên xebatên binesaziyê yên ku hê jî li navçeyê dewam dike.
Ji ber ku li taxa Yamaçliya navçeya Hezoya Êlihê xebatên binesaziyê dewam dikin rêyên wê tev xerabûne û bûne çal û çirav. Elîfa 17 salî û Hatîceya 14 salî ji ber ku hêj ji dayikbûne ve astengdarên fîzîkîne ango seqet in dibin mexdûrên rê.
Xwendekara lîseya Îmam xetîbê ya pola 9an Elîf Akboğa ji ber astenge her roj bi erebeya seqetan dixwaze biçe mektebê, lê belê ji ber xebatên binesaziyê yên ku dewam dikin rê tev xerabûne û bûne çal û çirav. Ji ber vê yekê ew zehmetiya çûyîn û hatinê dikşînin.
Bavê zarokên astengdar Abdûllah Akboğa îfade dike ku di rojên bi şilî de rê tev dibin herî, çamûr û zarok nikarin bi ereba seqetan herin mektebê. Em dixwazin reyek ji bo zarokên me rehet herin û werin mektebê bê çêkirin.
Akboğa mexdûriyetên ku zarokên wî dikşînin bi nûçegîhanê ÎLKHAyê re parve kir û destnîşan kir ku di salên dawî de di warê mafê kesên astengdar de gelek gav hatin avêtin û gelek qanûn hatine derxistin. Lê belê tiştê îro tên kirin li hember mafên astengtaran bêhurmetî ye.
Akboğa diyar kir ku min vê pirsgirêkê çend caran ji rayedarên şaredariyê re got û ez li hêviya çareserkirina vê mexdûriyetê me. Bavê zarokên astengdar bang li desthilatdaran kir û got: "Ma em ne hemwelatiyên vî memleketî ne? Ma em jî xizmetê heq nakin?"
"Em dixwazin rêyên me bên çêkirin"
Akboğa diyar kir ku rêyê wan pir xerabene û bi taybetî di mehên zivistanê de ew nikarin di van rêyan de herin û werin û dû re wisa pêde çû: "Keça min a astengdar di lîseya îmam xetîbê de li pola 9an de xwendekar e û diçe mektebê. Ji bo xebatên binesaziyê borî xistin erdê û rêyên me tev xerabûn. Rêyên me pir xerabene. Em nikarin biçin û werin. Ji xwe bavê min jî nexweşe. Ji ber rêyên me xirabeye ez mecbûr dîminim her tim bi zarokan re eleqedar dibim. Ji ber vê yeke ez nikarin biçim cem bavê xwe. Divê ez ya li bavê xwe an jî li qîza xwe binêrim. Min apê xwe şand şaredariyê, serokê şaredariyê gotiye rê tev wûsa ye. Temamê însanan dixin heman kefeyê. Lewra qîza min astengdar e û nikare di van rêyan de biçe û bê. Çima rêyên me nayên çêkirin? Ev 10 car e em ji wan re dibêjin hê jî rêyên me nehatine çêkirin. Ma em ne hemwelatî ne. Ger em welatiyên vê dewletê bin divê rêyên me bê çêkirin û mexdûriyetên me bên çareserkirin. Em dixwazin rêyên me gavek berî gavekê bên çêkirin."
"Bila xwe têxin şûna me"
Elif Akboğa destnîşan kir ku ji ber rê xerabe ye ez nikarim bi sendelya biteker herim mektebê ji ber vê yeke me wesaît girtiye.Elîf di berdewama axavtina xwe de wisa bang li desthilatdaran kir :"Em pir mexdûr in, em nikarin herin mektebê. Çûyina ma pir zor dibe. Ji ber vê yekê bavê min me dibe û tîne. Dema bavê min ne li mal be kî yê me bive mektebê. Em dixwazin rayedar guh bidin me. Bila ew jî xwe têxin şûna me û rêyên xerabûyî çêbikin."
Ji zarokên malbatê keçika biçûk Hatice Akboğa jî ev 4 salê we ye li mal perwerdehiyê dibîne û ji ber mamoste nayên mal wan gazinan dike. Akboğa dibêjê ez li malê bê mamoste dimînim û bi vî halê xwe yê astengdar ew dixwaze hindekarî û perwerdehiya xwe bidomîne; lê belê ev 2 sale mamosteyan nabîne.
Akboğa dibêje ez pir zor û zehmetiyê dikşînim û bi sendelya biteker çûyin û hatin zaf zor e û wiha li axaftina wisa zêde kir: "Ez 14 salîm e. Min çar salan mikteb xwend, 2 salan mamosteyên min nehat. Ez dixwazim mektebê bixwînim. Ji bo vê yekê ez dixwazim mamoste ji min re bişîne. Û em di van rêyan zor û zehmet de diçin û tên. Em pir meşaqetê dikşînin. Ji ber em bi destan sendelya biteker dajon destê me pir diêşe. Ji ber vê yekê em dixwazin vê rêya çêbikin." (ÎLKHA)