Gotina 'mektebên bi wesf û bê wesf' ne rast e
Serokê Şaxa Entabê yê Egîtîm-Bîr-Senê Gokê ku derbarê pergala nû ya piştî TEOGê de nirxandinan kir destnîşan kir gotina 'mektebên bi wesif' ne dirist e.
Serokê Şaxa Entabê yê Egîtîm-Bîr-Senê Ahmet Gok derbarê pergala nû ya perwerdehiyê ya ku piştî TEOGê hat anîn de nirxandinan kir û diyar kir di pergala nû de wesfandina 'mektebên bi wesif' çewt e û di beramberê vê yekê de ew mektebên ku xwendevan bê îmtîhan bi cî dibin navê 'bê wesfbûnê' digrin li ser xwe.
"Navê mekteba bi wesif hat bikaranîn ku ev yek naveke xelet a ku li pergalê hatiye dayîn e"
Gok di berdewama axavtina xwe de diyar kir di pergala kevin de ji ber ku li herêman mekteb dûr bûn xwendevan bi problema serwîsê re rû bi rû diman û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Wiha xuya dike ev mişkîle dê bi vê pergala nû ya bicîkirinê çareser bibe. Îmtîhan dê li gor daxwazê bê kirin ku ev yek qismî ve jî dê stesa îmtîhanê ji holê rabike. Lê belê di warê serîlêdama îmtîhanê de ez bawer nakim ku tu guherîn bên kirin. Lewra di warê dabeşkirinê de wezarat çewtiyek kir. Navê mekteba bi wesif hat bikaranîn ku ev yek naveke xelet a ku li pergalê hatiye dayîn e. Ger ev binavkirin bê bikaranîn di beramberê vê yekê de ew mektebên ku xwendevan bê îmtîhan bi cî dibin navê 'bê wesfbûnê' digrin li ser xwe."
Gok di dawiya axavtina xwe de di warê dersxane û pergalên berê yên îmtîhanê de rexneyan kir û destnîşan kir "Ka ew ê dersxane hatibana rakirin, dikaribû berî ku TEOG bê daxuyandin îstîşare bê kirin, lê belê ev yek nehat kirin."(ÎLKHA)