Li Bûrsayê di fabrîqê de teqîn: 5 mirî 15 birîndar
Li Gursuya navçeya Bûrsayê di febrîqayeke boyaxê de teqînek pêk hat, di encama teqîna ku pêk hat de 5 kes jiyana xwe ji dest dan û 15 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin li Gursuya navçeya Bûrsayê di qazana febrîqayeke boyaxê de teqînek pêk hat, di encama teqîna ku pêk hat de 5 karkeran jiyana xwe ji dest dan û 15 karkeran jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin li Gursuya navçeya Bûrsayê di wextên şeveqê de di qazana hilmê ya fabrîqayeke boyaxê de teqînek mezin pêk hat.Di encama teqîna ku pêk hat de 5 karkeran jiyana xwe ji dest dan û 15 karkeran jî birîndar bûn.
Piştî ku bi teqînê hat hisîn îtfaiye, AFAD û ambûlans sewqî cihê teqînê hatin kirin. Karkerên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)