• DOLAR 34.515
  • EURO 36.374
  • ALTIN 2873.773
  • ...
 "Ma dema cumhuriyet hat damezrandin ji xelkê hat pirsîn!"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

2yemîn Kongreya Derasayî ya Teşkîlata Navçeya Bozovaya Rihayê ya HUDA PARê  hat tertîpkirin. Di kongreyê de Mustafa Bayram ji nû ve wek serokê navçeya Bozovayê hat hilbijartin.

Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavuz jî beşdarî kongrê bû û derbarê mijarê de qala wan salên Şerê Rizgariyê kir  û destnîşan kir ev xelk bo çi armancê şer kiribe û bo ji şehîd bûbe li hember temamê van nirxan dijmintiyeke bêwate hat kirin.

 "Piştî ku însanên bi şaşik û çarşef dema ku diçûn cephê bi însanan û nirxên wan re dijmintî hat kirin"

Yavuz di berdewama axavtina xwe de diyar kir daxwazên komeke biçûk li ber çavan tê girtin  û tê hewildan ku pergaleke nû bê damezrandin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Ev welat ji pêvajoya micadeleyeke dijwar derbas bû. Fransizî, Îtalyanî ango temamê dewletên îtîlafê vî wealtî dorpêç kirin û îşxal kiribûn. Milletekî Misliman micadeleya rizgariyê dan. Millet li namûs, dîn, namûs, memleket û milletê xwe xwedî derket. Ez wan kesên ku di vê oxirê de şehîd bûn bi rehmet yad dikim. Li hember wan nirxan dijmintiyeke bêwate hat kirin.  Cumhuriyet tê maneya cumhurê, tê maneya piraniyê û temamê xelkê. Ew daxwazên komeke biçûk li ber çavan tê girtin  û tê hewildan ku pergaleke nû bê damezrandin.  Ji wê rojê vir ve me tu carî nikarîbû xwe bidin hev du. Çima wisa bû. Belê, bi rastî jî em  meraq dikin. Piştî ku însanên bi şaşik û çarşef dema ku bi  tekbîr û selewatan diçûn cephê û fermana fermandarê xwe ya mirinê bi cî dianîn re bi însanan û nirxên wan re dijmintî hat kirin. Em  sedema vê dijmintiya bê mane meraq dikin."

 "Ma dema cumhuriyet hat damezrandin ji xelkê hat pirsîn!"

Yavuz di berdewama axavtina xwe de diyar kir dema  cumhuriyet hat damezrandin ji xelkê nehat pirsîn û ev pergal li ser xelkê hat ferzkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Îtalyanî hatibana ew ê çi kiribana, Îngîlîz li vî welatî hakim bûbana ew ê çi kiribana, Fransiz vî welatî îşxal kiribana ew ê çi kiribana? Bawer bikin ger ew li vir bûbana desthilatdar cesaret nedikirin van tiştên ku hatine kirin bikin. Qanûna takrîrî sukun hat derxistin, mehkemeyên îstîklalê hatin damezrandin. Bi sedan kes bes ji ber ku şifqa nedan li serê xwe hatin îdamkirin. Tiştekî wisa bêwate dibe? Tu meseleya me bi cumhuriyetê re tuneye.Cumhuruyet pergaleke îdarekirinê ye. Dibe ku Komareyên Îslamî, demokratîk û sosyalîst bên damezrandin. A muhîm  edalet, pergaleke adil û bi nîzam e. Derdê me bi wê cumhuriyeta komek însanên serdest ên ku  bi nirxên xelkê re şer dikin re ye."

"Em dibêjin ku ev xeletî hat kirin û bila ji vê seatê pê ve ev xeletî neyê kirin"

Tiştê ku em ber re radibin ev e.Naxwe ev millet di cepheyan de digel Kurd, Tirk, Çerkezan û digel dewlend û feqîr, jin û mêran pêkve micadeleyeke hevpar nîşan dan. Dil dixwast ku di dawiya vê micadelê de ji xelkê bê pirsîn. Lê belê dema ku komare hat damezrandin ji xelkê nehat pirsîn. Em dibêjin ku ev xeletî hat kirin û bila ji vê seatê pê ve ev xeletî neyê kirin. Bila bi rastî jî cumhuriyet bibe ya xelkê. Başe ma hêj ev xeletî berdewam dike?Belê, mixabin berdewam dike. Ew koka sereke ya pergalê ya ku pirsgirêkan derdixe hêj wek xwe disekine."























Bu haberler de ilginizi çekebilir