• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
"Em ne qereqolê navenda tenduristiyê dixwazin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Navenda tenduristiyê ya ku li ser Kolana Sakaryaya Taxa 5 Nîsana Baxlarê bû berî vê 8 mehan hat xerakirin. Hat îdîakirin ew ê di şûna vê navenda tenduristiyê de qereqol bê çêkirin. Ji ber vê îdîayê xelkê navçê nerazîbûn û bertekên xwe nîşan dan û xwestin dîsa navendeke nû ya tenduristiyê li heman cihî bê çêkirin.

Ayhan Tanriverdiyê Wekîlê Muxtarê Taxa 5 Nîsanê ye derbarê mijarê de destnîşan kir pêdivî ne bi qereqolê bi navenda tenduristiyê heye û dû re wiha axivî: "Li Diyarbekirê navenda ewil a tenduristiyê li wê derê hat çêkirin. Li taxê hebûna nexweşxanê baş e. Li Diyarbekirê qereqol pir zêde ne; li her derî qereqol hene. Li taxê navendeke nû ya tenduristiyê heye; lê belê ew di nav taxê de ye. Milletê eme cihê wê nizane û her tim tê û pirsa wê ji me dikin."

Mustafa Akkulê ku li taxê dikandariyê dike derbarê mijarê de hest û ramanên xwe anî zimên û diyar kir bi ya wî li taxê çêkirina qereqolê ne minasîb e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Ji xwe şert û mercên fizikî yên li vê derê bo çêkirina qereqolê ne minasîb in.Em baş dizanin ku endezyar bi xwe jî vê yekê tesdîq nekiriye. Em wek esnafên taxê  derbarê vê mijarê de bi midûrê ewlehiyê yê bajêr re axivî. Me jê re got ku li vê derê çêkirina qereqolê ne minasîb e û ji hêla ewlehiyê ve jî bi peoblem e û ew ê zirarê bide derdorê ku ev yek li ber çavan e. Midûrê ewlehiyê jî van gotinên me tesdîq kir û got 'Me  hêj tesdîq nekiriye ku li wê derê qereqol bê çêkirin; encax  hêj di vê mijarê de hêj biryareke eseh û teqez tuneye.' Tê zanî li nêzikahiyê qereqol heye û ji vê qereqola nû re îxtiyac tuneye."

Akkul di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew bo girîngiya navendeke tenduristiyê bê fêmkirin û di dêla qereqolê de navendeke nû ya tenduristiyê bê çêkirin kapmanya îmzê dane destpêkirin  û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Em destnîşan dikin û binê wê xêz dikin li vê derê ji navendeke nû ya tenduristiyê îxtiyac heye. Ger di şûna qereqolê de navendeke nû ya tenduristiyê bê çêkirin ev yek bo xelkê tê wateya xizmeteke baş. Bi rastî jî li taxeke ku nifûsa wê nêzî 400 hezar kesî ye mişkîle û problema tenduristiyê heye."

Hekîmên ku girêdayê vê derê bûn jî belav bûn û tu kes nizane bi kû ve çûne.  Ez rica dikim, bila walî bi vê meselê eleqedar bibe. Bila du zilaman bişînin ka xelkê vê derê di çi halî de ne, derd û kulên wan çi ye."

Şêniyên bi navê Metîn Aydenîz û Sedat Yeşîlkaya jî derbarê mijarê de gazin û giliyên xwe anîn zimên û gotin ku em wek xelkê naxwazin li vê derê qereqol bê çêkirin; bila navendeke nû ya tenduristiyê bê çêkirin.(ÎLKHA)



























Bu haberler de ilginizi çekebilir