Alî Küçük Xoca wefat kir
Alî Küçük Xocayê ku nivîskarê tefsîra bi navê Besaîru'l Qur'anê ye û bi navê Alî Sağîr Xoca jî tê naskirin wefat kir.
Alimê bi navê Alî Küçük Xoca yê ku di warê tefsîrê de berhama bi navê Besaîru'l Qur'an û di warê de hedîsê de jî berhama Besaîru'l Ehadîs nivîsandiye di meha sibatê de ji ber nexweşiya qenserê hatibû razandin nexweşxanê. Alî Küçük Xoca piştî ku tedawî bû re ji nexweşxanê hat derxistin. Piştî ku demek ji ser derketina wî ya nexweşxanê derbas bû re Alî Küçük Xoca wefat kir.
Cenazeya Alî Küçük Xoca îro dê piştî nimêja cinazê ya ku dê li Mizgefta Hacîweys bê edakirin re li Goristana Üçlerê bê definkirin.
Alî Küçük Xoca kî ye?
Li gundê Apaya Çumrana Qonyayê hat dinyayê. Piştî ku tahsîla xwe ya dibistana destpêkê qedand re, li Qonyayê qeyda xwe li Mekteba Îmam Xatîbê kir. Di sala 1972an de ji îmam xatîbê mezun bû. Bi qasî 3 salan li Qursa Qur'anê ya li Navenda Qur'anê ya Çumrayê hîndekarî kir. Piştî ku ji Beşa Zanîstên Civakî ya Zanîngeha Selçukê xelas kir re li heman zanîngehê Fakulteya Zanîngehê xelas kir. Bi qasî 6 salan li Ewrûpayê wek wezîfedarê dîn xebitî û dû re li Qonyayê di bin sîwana gelek weqf, komele û saziyên dildar ên civakî de xebitî. Li cûrbecûr kovar û rojnameyan de nivîsan nivîsand. Gelekî baş bi zimanên Almanî, Fransî û Erebî dizanibû. Alî Küçük Xoca zewîcî û bavê 6 zarokan e.
Alî Küçük Xoca her tim hewil dida sunneta Hz. Muhammed û Qur'anê ji însanan re bibêje. Geşedanî û têgihiştinên derbarê Qur'anê yên di nava civakê de bûn sedem ku Alî Küçük Xoca tefsîreke bi navê Besaîru'l Qur'an û kitêba bi navê 'Em Qur'an û Wan Berhemên ku li ser Qur'anê hatine nivîsandin fam nakin" binivîsîne.(ÎLKHA)