• DOLAR 34.166
  • EURO 38.218
  • ALTIN 2920.218
  • ...
Li Gercewsê sifriyên dimsê hatin danîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Tiriyên ku li Gercewsa Êlihê ji rêzan hatin berhevkirin piştî kar û barên bi zehmet  dibin bestîq, dims û benî.

Şêniyên navçê yên ku tiriyên xwe ji rêzan berhev kirin, piştî ku tiriyan anîn cihê esirandinê li gor ûsûl û rê û rêbazên bav û kalên xwe tiriyan diesirînin û ava tirî derdixin. Ava tirî ya ku tê derxistin piştî ku bi seatan di sfiriyan de tên kelandin di encamê de dibe dims, bastîq û benî.

Talat Korkutê ku diyar kir ew bi çêkirina dims, bestîq û beniyan hewil didin debara xwe bikin derbarê mijarê de diyar kir ger li navçê nexasim febrîqayeke dimsê bê sazkirin ew ê ev yek bo cotkarên navçê bibe desteke mezin.

Korkut di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew ji ava tirî dimsê çêdikin û wê dimsê difiroşin. Korkut dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Em pêşî rêzên xwe diqurifînin û wan tiriyan diesirînin û ava wê derdixin û li parzû dikin da ku pîsîtî di nav de hebe paqij bibe. Dû re em wê avê di sifriyan de dikelînin. Dema ku dikelê kef pê dikeve û em wê kefê diçînin. Lewra di nav wê kefê de mîkrob jî hene. Piştî ku ev tişt hat kirin re em ji sifriyan derdixin û cardin li parzûnê dikin. Dema ku em li parzûnê dikin ew pisîtiya ku maye tê veqetandin. Dû re em cardin wê avê berdidin sifriyan û dikelînin û em dimsê çêdikin."

Korkut di berdewama axavtina xwe de qala wan tiştên ku bi tiriya mezrone tê kirin kir û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "  Dims, bastîq, beniyên bi gwîz û tiştên din pê çêdikin. Tiriyê mezrone pir şêrîn e, ji ber vê yekê  ev tişt ji vê tiriyê tê çêkirin. Ji wan tiriyên din mewîj tê çêkirin. Li Gercewsê her sal di van wextan de ev tişt tên çêkirin. Tiriyê ku dimîne jî em difiroşin."

Şêniyê bi navê Şehmus Kizmaz jî derbarê mijarê de diyar kir divê li navçê febrîqaya dimsê bê sazkirin û dû re weha got: " Gercewsê bi tiriyê xwe navdar e, nexasim jî bi tiriyê xwe ya mezrone navdar e. Dims, benî, bastîqa tiriya mazrone gelek bi tehm e.  Her kes li gor xwe tirî difiroşe, mewîjan an jî dims û bastîqan çêdike. Ji xerbê muşteriyên taybet hene, dimsa Gercewsê dikirin."

Kizmaz di dawiya axavtina xwe de diyar kir ger fabrîqa bê avakirin çawa quraftin hat kirin ew ê tirî bê birin febrîqê  û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Em li vê derê dims û tiştên çêdikin;lê belê heta ku em van tiştan dibin Êlihê bo firotinê em perîşan dibin.  Ger me hema bi çêkirinê mahsûlan firotibana ew ê çêtir bûbana. Ji ber vê yekê em teleb dikin ku li vê derê fabrîqeyeke dimsê bê çêkirin. Lewra ji bo Midyad, Kerboran û Gercewsê fabrîqa şert e. Ger fabrîqa hebe serê cotkar bi tirî re nakeve belayê."(ÎLKHA)































Bu haberler de ilginizi çekebilir