Walîtî derheqê şerê ku li Diyarbekirê derket de daxuyanî da
Walîtiya Diyarbekirê derheqê pevçûna ku derket de daxuyaniyek da û destnîşan kir di pevçûnê de polêsek jiyana xwe ji dest da û 9 polês jî birîndar bûn.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin operasyon di encama xebatên îstîhbaratî de hatiye kirin û hat destnîşankirin pevçûn di dema ku polês têketin mala ku hatiye testpîtkirin de derket û di encama pevçûnê de polêsek jiyana xwe ji dest da û 9 polês birîndar bûn û her wiha PKKyiyek jî hat kuştin.(İLKHA)