Li Diyarbekirê operasyona PKKê: Polêsek jiyana xwe ji dest da 9 jî birîndar bûn
Di operasyona ku li Diyarbekirê li dijî PKKê hat lidarxistin de pevçûn derket, di encama pevçûnê de polêsek jiyana xwe ji dest da û PKKyiyek hat kuştin.
Hat ragihandin di wextên şeveqê derdora seat 05.30an de li Kolana Sitki Gorala Taxa Huzurevleriya Kayapinarê, polêsan di ser Avahiya Serkan-2 ya ku kesekî PKKyî tê de bû de girtin. Di dema serdegirtina malê de kesê PKKyî bombe avêt polêsa û pevçûn derket. Di encama teqîn û pevçûnê de polêsek jiyana xwe ji dest da û 9 polês birîndar bûn û PKKyiyek jî hat kuştrin.
Hat hînbûn rewşa polêsên birîndar ên ku hat rakirin nexweşxanê baş e.(ÎLKHA)