Bo mûşekên S-400 ên ku ji Rûsyayê hatin kirîn dê zêdetirî 2 milyar dolar heq bê dayîn
Sergey Çemezovê CEOyêRozteca Şîrketa Teknolojî û Çekan a Rûsyayê ye derheqê pergalên mûşekên S-400î yên ku Tirkiye ji Rûsyayê standine de destnîşan kir bo S-400 ên ku ji Rûsyayê hatin kirîn dê zêdetirî 2 milyar dolar heq bê dayîn.
Hat ragihandin ew ê Tirkiye bo S-400 ên ku ji Rûsyayê hatin kirîn dê zêdetirî 2 milyar dolar heq bide.
Li gor xebera ku di ajansa Rûs TASSê derbas bûye Sergey Çemezovê CEOyê Rozteca Şîrketa Teknolojî û Çekan a Rûsyayê ye derheqê pergalên mûşekên S-400î yên ku Tirkiye ji Rûsyayê standine de destnîşan kir bo S-400 ên ku ji Rûsyayê hatin kirîn dê zêdetirî 2 milyar dolar heq bê dayîn.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di daxuyaniya ku di 12ê Îlonê dabû de destnîşan kiribû di warê kirîna mûşekên S-400an de bi Rûsyayê re lihevkirin çêbûye û îmze hatine avêtin û kaparo jî hatiye dayîn.(ÎLKHA)