Li Hekariyê pevçûn: 2leşker û 2 gundparêzên ewlehiyêjiyana xwe ji dest dan.
Hat ragihandin li Şemzînana Hekariyê di navbera leşker û PKKyiyan de pevçûn derket, di encama pevçûna ku derket de 2 jê leşker 2 jê gundparêzên ewlehiyê ji tev de 4 kes yana xwe ji dest dan.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin di wextên şeveqê de PKKyiyan hewil dan ji Kurdistana Iraqê derbasî vî rexê sînor bibin. Di dema teşebûsa derbaskirina sînor de di navbera leşker û PKKyiyan de şer derket. Di encama şer de 2 jê leşker 2 jê gundparêzên ewlehiyê tev de 4 kes jiyana xwe ji dest dan û 4 PKKyî hatin kuştin.
Operasyona ku li herêmê hatibû destpêkirin berdewam dike.(ÎLKHA)