Çavuşoglu: Barzanî dê bi xwe derbarê dahatûya xwe de qerarê bide
Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu derbarê dev ji wezîfê berdanê yaSerokê Kurdistana Iraqê de daxuyanî da.
Hat diyarkirin ew ê Serokê Herema Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî di yekê mijdarê de dev ji wezîfeya xwe berde. Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu derheqê vê îddayê de daxuyanî da û diyar kir: "Barzanî dê bi xwe derbarê dahatûya xwe de qerarê bide."
Li gor xebera ku Rûdawê ragihand Barzanî di nameya ku şand ji Parlementoya Kurdistanê de daxwaz kir ku rayeyên wî di navbera parlemento û hikûmeta Herema Kurdistanê de bên belavkirin.(ÎLKHA)