Li Îzmîrê qezaya trafîkê: 2 polês jiyana xwe ji dest dan
Li Bornovaya navçeya Îzmîrê di qezaya trafîkê ya ku pêk hat de 2 polês jiyana xwe ji dest dan û 3 polês jî giran birîndar bû.
Hat ragihandin qeza li ser Kolana Enqerê yê Taxa Kazimdîrîka Bornovayê pêk hat. Li gor agahiyên ku hatine wergirtin ji ber ku ajokar hakîmiyeta dîreksiyonê winda kir li bariyaran qelibî. Di encama qezaya ku pêk hat de 2 polêsên bi navê Erdem Oge û Tolga Hakyîmez jiyana xwe ji dest dan û 3 polês jî giran birîndar bûn.
Polêsên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)