• DOLAR 32.587
  • EURO 35.028
  • ALTIN 2461.135
  • ...
Hewlêr "Pêşniyara sekinandina encama referanduma serxwebûnê kir"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

"Bê guman, tu alî di vî şerê di nevabera her du aliyan de serkeftî nabe"

Di daxuyaniya ku ji teref Hikûmeta Birêveberiya Heremî ya Kurdistanê ve hatiye dayîn de hat destnîşankirin bê guman, tu alî di vî şerê di nevabera her du aliyan de serkeftî nabe û dû re wiha hat gotin: " Ew rewşa dijwar û metirsîdar ya ku rûbirûyê Îraq û Kurdistanê bûye, hemûyan neçar dike di asta berpirsiyariya dîrokî de bin û rê nedin rewş zîdetir ber bi şer û pevçûnan di navbera hêzên îraqî û hêzên pêşmerge ve biçe.Êrîş û pevçûnên hêzên Îraq û hêzên pêşmerge di roja 16.10.2017ê û heta îro, ziyan bi her du aliyan gihandiye, çêdibe ev yek bibe sedema xûnrêtineke berdewam û di encam de bibe sedema têkçûna struktur û têkeliyên civakî di navbera pêkhateyên Îraqê de.Bê guman, tu alî di vî şerê di nevabera her du aliyan de serkeftî nabe, lê di hemû warên jiyanê de dê welêt ber bi wêranbûneke tevayî bibe, ji ber vê yekê û ji minteliqê hestkirin bi berpirsiyariyê li hember gelê Kurdistan û Îraqê, em ji hikûmet û raya giştiya Îraq  û cîhanê re pêşniyar dikin:

1- Rawestandina teqekirin û hemû awayên tevgerên leşkerî li Herêma Kurdistanê.

2- Sirkirina (tecmîdkirina) encamên referendûma Kurdistana Îraqê.

3- Destpêkirina diyaloga vekirî di navbera hikûmeta Herêma Kurdistan û hikûmeta federaliya Îraqê li ser bingeha destûra Îraqê.(ÎLKHA)

 

 

Bu haberler de ilginizi çekebilir