• DOLAR 34.098
  • EURO 38.099
  • ALTIN 2875.028
  • ...
Şêx Seyîd Muhammed Maruf rehmet kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Şêx Seyîd Muhammed Marufê ku ev demek dirêj ji ber nexweşiya xwe li Stenbolê di nexweşxanê de tedawî didît  doh êvarî di 92 saliya xwe de rehmet kir.

Ew ê cenazeya Şêx Maruf îro ji Balafirgeha Êlihê bê girtin û dê bê birin Camiya Dergahê û ew ê piştî nimêja cinazê li Goristana Çamlicayê bê definkirin.

Şêx Seyîd Muhammed Maruf Yildirim kî ye?

Şêx Seyîd Muhammed Maruf Yildirimê alim û rîspiyê heremê di sala 1925an de li Bêcirmana Gercewsê hat dinyayê.

Li Cizîra Şirnexê li ba Şêx Seyda Elcezerî dersên tefsîr, mantiq, hadîs û temamê ilmên din tehsîl kir.

Şêx Seyîd Muhammed Marufê ku xalîffetiya tarîqatên Naqşîbendî, Qadîrî û Rufaî kiriye û eslê xwe ji nesla Seyîd Bilal e Huseyînî ye û nesla wî digihije Hz. Muhammed.(ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir