• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
 Her sal li dinyayê bi milyonan ton erzaq tê îsrafkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bi minasebeta Roja Erzaqê ya Dinyayê Yrd. Doç. Dr. Bayram Yûrtê ku li Fakulteya Muhendîstî-Mîmartî yê Zanîngeha Çewligê Endamê Hîndekariyê yê Beşa Muhendîstiya Erzaqê destnîşan kir ku: "Ji ber Şert û mercên xwedîbûna nekafî pirsgirêkên cidî derdikevin holê û li dinyaya me her sal bi mîlyonan ton erzaq tên îsrafkirin. Li dinyayê her sal 1.3 mîlyar ton erzaq tê îsrafkirin."          

Yrd. Doç. Dr. Bayram Yûrt îfade kir ku "Her sal 16ê Cotmehê wek roja Erzaqê ya Cîhanê" tê pirozkirin û Yûrt dû re wisa pêde çû: " Di sala 1945an de ji teref Yekîtîya Neteweyên Yekbûyî ve Rêxistina Çandin û Erzaqê (FAO) hat damizrandin ku li giştiyê dinyayê li hember birçîbûn û feqîriyê micadele bike û alîkariya hemû kesî ya gîhana erzaqa ewleh bike û ev roja wek rojbûna FAO tê qebûlkirin û ji teref dewletên endamê FAO ve tên pîrozkirin."     

Rêxistina Çandin û Erzaqê (FAO) ya Yekîtîya Neteweyên Yekbûyî mijara sereke ya îsal "Koçkirina ji gundan ber bi bajaran û xizanî" hatiye hilbijartin, Yrd. Doç. Dr. Yûrt diyar kir kû: "Koçkirina ji gundan ber bi bajaran ve û bi birêvebirina xerakirina beşa çandinê û dibe sedemê lodbûna bajaran."  

"Li dinyayê her sal 1.3 mîlyar ton erzaq tê îsrafkirin"

Yûrt, destnîşan kir ku ji bo dewletên pêş dikevin rêya pêşketinê bi hilberîna pîşesaziyê re di herêmên gundewariyêre derbas dibe û li axaftina xwe wisa zêde kir: " Bi salan herêmên gundewariyê wek sedema feqîriyê dihat zanîn lê belê mifteya mezinbûna aboriyê ji piştgiriya cotkarên derbas dibe. ji ber şert û mercên xwedîbûna nekafî pirsgirêkên cidî derdikevin holê û li dinyayê mixabin her sal bi milyonan ton erzaq tên îsrafkirin. Li dinyayê her sal 1.3 mîlyar ton erzaq tê îsrafkirin."                   

"Li cîhanê ji 7 kesan yek nekafî tê xwedîkirin"

Yûrt di dawiya axaftina xwde wiha got: " Lazime li hember birçîbûne em wek dewlet û gel, saziyên sivîl û sektora taybet li hember xizaniya zêde û xwedîbûna nekafî alîkariya hev bikin, encex em bi vî awayî dikarin bi serkevin. Li dinyayê ji 7 kesan yek jê nekafî tê xwedîkirin. Hal ev e ku însan dikare xwedîbûna nekafî ji holê rake û ji bo berdewam kirina sîstema erzaqê xedî derfete."(ÎLKHA)

      













Bu haberler de ilginizi çekebilir