Li Sêrtê teqîn: 7 esker birîndar bûn(Hat Nûkirin)
Li çoltera Şîrwana Sêrtê di dema derbasbûna wesayîta leşkeriyê de teqîmeniya ku berî niha hatibû bicîkirin hat teqandin, di encama teqînê de 7 esker birîndar bûn.
Hat ragihandin li çoltera Şîrwana Sêrtê di dema derbasbûna wesayîta leşkeriyê de teqîmeniya ku berî niha hatibû bicîkirin hat teqandin, di encama teqînê de yek jê giran tev de 7 esker birîndar bûn.
Waliyê Sêrtê Alî Fuat Atîk di daxuyaniya ku da nûçegihanê ÎLKHAyê de destnîşan kir teqemeniya ku berî niha li ser mewqiya Sêraha Şîrwanê hatibû bicîkirin di dema derbasbûna wesayîta leşkerî de hat teqandin. Di encama teqînê de 7 esker birîndar bûn.
Eskerên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)