• DOLAR 32.451
  • EURO 34.795
  • ALTIN 2440.144
  • ...
Miftiyê Dîyarbekir Îşliyen ji bo qursên Quranê bangî rayedar û dê û bavan kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Miftiyê Diyarbekir Bûrhan Îşlîyen bahsa girîngîya qursên Quranê yên ji bo zarokên 4-6 salî hatine vekirin kir û xwest ev qurs li hemî mekanên minasib û camîyên ku cî lê hebin werin vekirin.

Îşliyen destnîşn kir ku 'emrê 4-6 salî ji bo hînbûna Quranê emrekî îdeal e û îfade kir  ku sala borî hejmara xwendekarên wan hezar û 200 heb bûn, îsal ew armanc dikin ku ev hejmar bighêje 5 hezaran.

Îşliyen, destnîşan kir ku ew van qursan pir girîng dibînin û weha got: "Dema perwerdehî û hîndekariya salê dest pê kir kelecana qursên me yên ji bo zarokên 4-6 salî jî dest pê kir. Sala borî li navenda Diyarbekir û navçeyên wê nêzîkî hezar û 200 heb zarokên me yên 4-6 salî perwerdehîya Quranê dîtin. Em hewl didin ku îsal ev hejmar bighêje 5 hezar zarokan. Em dixwazin bi piştgirîya şaredariyên me di warê cî û materyalan de em dixwazin qursên ji bo zarokên 4-6 salî vekin. Em vê pir bi qîmet dibînin."     

"Bi kêf û şahî dilîzin û hîn dibin"

Îşliyen diyar kir ku ew perwerdehiyeke klasîk a Quranê  nadin zarokên 4-6 salî û li axaftina xwe wisa zêde kir: "Me li gor emrê zarokan pol û materyalên perwerdehiyê amade kirine û wê di bin refaqeta mamosteyên me de bi lîstik û kêf û şahîyê perwerdehiyê bibînin. Zarokên me hînî diaya xwarinê dibin. Terbiye û edeba sifrê dielimin. Îdarekirina bi hevalên xwe re dielimin. Bi wan destên xwe yê nazik û bi zarê xwe yên temîz dia ji ber dikin û wan dixwînin û hinî kelîma tewhîd û şehadetê dibin. Zarokên zekî û bi qabîlîyet di nava salekê de hînî xwendina Quranê dibin û pir xweş dixwînin. Ev ji bo pêşeroj, qarekter û şexsiyeta zarokan zahf girîng e."  

Miftî Îşliyen bangî rayedar û dê û bavan kir û got: "Ez ji dayik û bavan îstirham dikim bila li temamê sîteyan, mekanên minasib ji bo zarokên 4-6 salî bikin qurs . Em ê xeyret bikin di temamê mizgeftan de van qursan vekin. Bi alîkariya we ez bangî Reîsên me yên Şaredariyan, rayedaran û qayyûman dikim û ji wan îstîrham dikim. Em avahiyên vala ji bo van qursan texsîs bikin. Em ji wan bexşîşan naxwazin, bila demekê malên xwe bikaranîna wan dewrî Karê Diyanetê bikin û bi vî awayî em ê ji zarok û mezinan re qursên Quranê vekin û zarokên me wê ji van qursan îstîfade bikin. Em ê di bin qontrola mamosteyên pispor de wan perwerde bikin."(ÎLKHA)

 





















Bu haberler de ilginizi çekebilir