• DOLAR 32.588
  • EURO 35.028
  • ALTIN 2463.378
  • ...
Ji Serokkomar Erdogan bo Amerîka: Em ne muxtacî we ne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan di "Civîna Waliyan' de axivî û derheqê qeyrana wîzê û derheqê ji YPGê re dayîna çekan de nirxandinan kir. Erdogan di nirxandina ku kir de diyar kir 'Kî dikare îddîa bike ew korîdora terorê ya ku li ber sînora me ya başûr tê avakirin bo micadeleya bi DEAŞê re ye? Ma heye tiştekî wisa? Derew e. Ew korîdora terorê bes bo dorpêçkirina Tirkiyê ye. Bila tu kes me nexapîne."

 "Em ne mixtacî we ne"

Erdogan di berdewama axavtina xwe de derheqê qeyrana wîzê ya ku di nav Tirkiye û Amerîkayê derketiye de diyar kir ev qeyran ji teref sefîrê Amerîkayê ve hatiye derxistin û dû re derheqê alîkariya çekan a ku ji YPGê re tê kirin de wiha got: "Em ne dewleteke qabîle ne. Em dewleta Komareya Tirkiyê ne û hûn ê vê qebûl bikin. Dema ku we vê yekê qebûl nekir, qisûrê nenêrin em ne muxtacî we ne. Dema ku em ji we bi pereyên xwe çekan dixwazin hûn dibêjin 'kongre', lê belê rêxistina terorê du qirûş pere nede we û hûn çekan belaş didin wan. Çima?  Lewra ev yek bi ji başûr dorpêçkirina Tirkiyê ye. Ez wan tiştên din nabêjim, hêj tiştên ku min negotine hene, ew jî meseleyeke cûda ne."(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir