• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.98
  • ...
 "Qutkirina pêwendiyên bi Amerîka re him li feydeya Tirkiyê û him jî li ya ummetê ye"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Rayedarên saziyên civaka siwîl ên ku li Entabê kar û barên xwe birêve dibin derheqê qeyrana wîzê ya di navbera Tirkiye û Amerîka de nirxandinan kirin, di nirxandinên ku hatin kirin de hat destnîşankirin qutkirina peyderpey ên bi Amerîkayê re dê him li feydeya Tirkiyê û him jî li ya ummetê be.

"Qutkirina pêwendiyên bi Amerîka re ew ê him li feydeya Tirkiyê û him jî li ya ummetê bibe"

Serokê Şaxa Entabê yê Cemiyeta Mustezafan Ekrem Kaplan derheqê mijarê de diyar kir di pey wan  qetlîamên ku li ser erdnigariya Îslamê tên kirin, pevçûnên ku li heremê rû didin û bûyerên 6-8ê Cotmehê de Amerîka heye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Divê lîderên welatên Misliman vê yekê zanibin ku  ew çi qas xwe ji Amerîka, Îsraîl û Xerbê dûr bikin  ew ê wehdet û yekîtiya ummetê ew qas nêz bibe. Her wisa bi şikleke eşkere tê zanîn ku di pey darbeya 15ê Tîrmehê de, di pey bûyerên 6-8ê  Cotmehê de û di pey wan çekên ku ji YPGê re tên dayîn de Amerîka heye. Piştî vê rageşiya wîzê em wê bersiva ku hatiye dayîn muspet dibînin, lê belê  ne bes e. Qutkirina pêwendiyên bi Amerîka re ew ê him li feydeya Tirkiyê û him jî li ya ummetê bibe.

"Ger di ser sekinandina wîzeyan de baregaha Încîrlîkê jî bê girtin ew ê baştir bibe"

Kaplan di berdewama axavtina xwe de diyar kir digel ku bi şikleke israr Fethullah Gulen ji Amerîka tê xwestin jî ji Tikrkiyê re nayê îadekirin ku ev yek jî diyar dike di pey teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê de Amerîka heye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Ger di ser sekinandina wîzeyan de baregaha Încîrlîkê jî bê girtin ew ê baştir bibe. Eşkereye ku di pey darbeya 15ê Tîrmehê de Amerîka heye. Dîsa tê zanîn  li kû derê dinyayê xwîna Mislimanan bê rijandin mesûlê vê yekê Amerîka ye."

Serokê Şaxa Entabê yê Komeleya Alimên Misliman ên Navneteweyî Omer Mert jî derbarê mijarê de diyar kir Tirkiyeya Misliman her tim mesafe xistiye navbera xwe û Amerîkayê  û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Tirkiye bersiv da hamleya Amerîkayê ku em dewama vê yekê dixwzin."(ÎLKHA)

 

 

 

 





Bu haberler de ilginizi çekebilir