Serwîsa xwendekaran û otobusa şarederiyê li hev qelibîn: 2 jê giran 15 birîndar
Li Êlihê serwîsa xwendekaran û otobusa şarederiyê ya ku tê de xwendekarên zanîngehê hebûn li hev qelibîn. Di encama qezayê de 2 jê giran tev de 15 kes birîndar bûn.
Qeza derdora seat 07.00an de de li nêzî Kuyubaşi TOKÎyê pêk hat. Li gor agahiyên ku hatine wergirtin serwîsa xwendekaran a bi plaqeya 72 S 0152 a ku ajokara wê Mazhar Alphan bû ji ber windakirina hakimiyeta dîreksiyonê derbasî şerîda hember bû û li otobusa şaredariyê ya ku tê de xwendekarên zanîngehê hebûn qelibî.
Di encama qezaya ku pêk hat de ajokarên her wesayîtan Mazhar Alphan û Mehmet Er, 10 xwendekarên zanîngehê û 3 kesên siwîl birîndar bûn. Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.
Derbarê mijarê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)