Dîmên nû yên teqîna li Êlihê derketin holê
Dîmên nû tên teqîna ku li Herema PîşêsaziyaOrganîza ya Êlihê derketin holê.
Berî vê çend rojan li Herema Pîşêsaziya Organîza ya Êlihê di fabrîkayekê de tanka LPGê teqiya û fabrîka û kargehên derdorê zirar dîtin û her wiha 11 kes jî birîndar bûn.
Di vîdyoya ku hatiye kişandin de tê dîtin roja çarşemê di seat 15.00an de dema ku tanka LPGê dihat guhartin teqîn pêk hat. Tanqa ku pêşî agir pêket dû re bi şiddeteke mezin teqiya û firiya nava fabrîkayeke li 500 metro dûrahîyê.
Di dîmenan de tê dîtin ku karker bi tirseke mezin diçin û tên.(ÎLKHA)