Erdoğan bi Hamaney re hevdîtin kir
Serokkomar Erdoğan bi Hamaney re hevdîtin kir
Serokkomar Erdoğan bi Rêberê Înqilba Îslamî ya Îranê Hamaney re hevdîtin kir.
Serokkomar Recep Tayyîp Erdoğan di çarçoveyên ziyaretên li Tahranê de bi Rêberê Înqilba Îslamî ya Îranê Ayetullah Seyyîd Hamaney re hevdîtin kir.
"Rejîma Siyonîst dixwaze li heremê 'îsraîleke nû' bidamezrîne"
Di hevdîtina ku hat kirin de Seyyîd Alî Hamaney diyar kir dijmin gelek zêde hewil didin da ku Tirkiye û Îran bi wan meseleyên girîng ên heremê eleqedar nebin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Hezên derve û nexasim jî rejîma siyonîst bo ku îxtîlafan derbixe hewil dide li heremê 'îsraîleke nû' bê damezrandin."
Di hevdîtina ku hat kirin de Serokkomar Erdoğan jî diyar kir divê Îran û Tirkiye di warê mijara Herema Kurdistana Iraqê de qerarên hevpar bistînin.(ÎLKHA)