• DOLAR 34.597
  • EURO 36.59
  • ALTIN 2930.69
  • ...
Koçer di rêya vegerê de ne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Rêwîtiya vegerê ya koçerên ku di mehên biharê de bi heywanê xwe re derdikevin zozanan, dest pê kir.

Hat dîtin ku koçerên ji zozana Çata navçeya Erzeromê vedigerin, di Kanîreşa navçeya Çewligê re derbas dibin. Şivanên ku îhtîyacên xwe li ser pişta ker û hespan dikin bi keriyê pezên xwe re rêwîtiyê dikin. Koçer piştî ku ji navenda navçeyê qûtê xwe girtin re dîsa derketin rê. 

Hat hînbûn koçerên ku ji zozanê girêdaye Kanîreşa Çewligê dane rê  di rêya vegerêdene û gihane Depa navçeya Xarpêtê. Hinek xwediyê heywanan ji ber tunebûna şivanan di rê de heywanên xwe xistin qamyonan û birin.   

Mehmet Alî Şîmşek da zanîn  ji ber germa Diyarbekirê mwî tu randiman ji heywanên xwe nedigirt û ji ber vê yekê jî  zozanên Erzeromê  kirê kiriye û wisa pê de çû: "Di mehên biharê de em diçin zozanên Çata navçeya Erzeromê. Nezî 6 mehan em li vir dimînîn û heywanên xwe diçêrînin û li vir şîr, mast û penêr çêdikin. Piştî hewa sar dibe em derdikevin rêwîtîya vegerê ya ku wê 2 mehan dewam bike. Em zivistanî nikarin li Erzeromê bimînin, ji ber vê em diherin Diyarbekir û deverên germ. Bi gelemperî em di meha Îlon û Cotmehê de derdikevin rê û ev rêwîtîya me 2 mehan didome."(ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir