Li Wanê eroîn hat bidestxistin
Li Wanê wesaîtekê gumanbar hat sekinandin. Di encama lêgerînê de 45 kîlo eroîn hat bidestxistin.
Midûriyeta Ewlehiyê ya Wanê daxuyanî da û diyar kir ku li navçeya Îpekyolûya Wanê wesaîteke gumanbar hat sekinandin, di wesaîtê de lêgerîn hat kirin. Di encama lêgerînê de 52 kîlo eroîn, 5 kîlo hişbira sentetîk "metamfetamin" hat bidestxistin.
Midûriyeta Ewlehiyê daxuyanî da û diyar kir ku ekîbên Şaxa Têkoşîna Sûcên Narkotîkê li taxa Bostanciya Îpekyola Wanê, wesaîtekê gûmanbar hat sekinandin. Wesaîta bi plaqeya 65 ... ... bi alîkariya kûçikê 'Şîla'yê dedektora narkotîkê lêgerîn hat kirin. Di encama lêgerînê de, di hundurê 103 kartonan de bi tevahî 52 kîlo û 120 gram eroîn û di 5 pakêtan de bi tevahî 5 kîlo û 22 gram hişbira sentetîk "metamfetamin" hat bidestxistin.
Şikdarên bi navên E. Ü. û H. K. bi gumanbariya tîcareta tiryakê kiriye û bi sûcê neqilkirina tiryakê, hatine ninçavkirin. Derbarê mijarê de lêpirsîna berfireh didome.(ÎLKHA)