Hejmara kesên ku di êrîşa Amerîkayê de mirin derket 58an
Di êrîşa çekdarî ya ku li Las Vegasa Amerîkayê hat kirin de hejmara kesên ku mirin derket 58an.
Hat ragihadin di êrîşa çekdarî ya ku li Las Vegasa Amerîkayê hat kirin de hejmara kesên ku mirin derket 58an û 515 kea jî birîndar bûn.
Hat diyarkirin êrîş bi çekên otomotîk ve hatiye kirin û temena êrîşkar 64 salî ye û mêr e.
Joseph Lombardoyê Şerîfê Polêsên Las Vegasê ye derheqê mijarê de diyar kir êrîş ji 32emîn qeta otelê hatiye kirin û pîrekek jî ji kesê êrîşkar re bûye alîkar. Li gor agahiyên herî dawî di encama êrîşê de tev de 58 kes mirin û 515 kes jî birîndar bûn.
Hat diyarkirin kesê êrîşkar di xwe de berdaye û întîhar kiriye.(ÎLKHA)