Kalên ku digel temena xwe ya zêde dîsa dixebitin ji ÎLKHAyê re peyivîn
Îxtîyarên ku digel emrê xwe yê dirêj dixebitin û wextên xwe yên din jî bi xwendina Qur'ana pîroz derbas dikin Ji Îlkhayê re peyivîn. Kesên îxtiyar di axavtina xwe de bi taybet ji ber bê rûmetiya ciwanan gazin kirin.
Îxtîyarên ku emrê xwe di xizmeta xelkê de derbas kirine û hê jî mecbûrî xebatê hatine hiştin ji ber minasebeta 1ê Îlonê Roja Îxtîyarên Cîhanê, fikr û ramanên xwe bi Ajansa Nûçeyan a Îlkeyê re par ve kirin.
Dema li kargehên wan kar tunebe, wextên xwe bi xwendina Qur'ana pîroz derbas dikin. Îxtîyarên Mêrdînî di axavtinên xwe yên ku kirin de destnîşan kirine xort û ciwan rûmetê nadin wan.
Îxtîyaran îfade kirin kû 1ê Îlonê ji wan re tiştekî îfade nake û wek rojên din rojek e. Îxtîyaran gazin kirin ku kes li halê wan napirsin, ji bo tu bernameyan nayên dawetkirin; ji ber vê yekî roja 1 Îlonê tu ferqa wê ji wan re tuneye û ew ê vê rojê jî bi xebatê derbas bikin.
45 sal ajovanî, 30 sal xurdekerî
Hecî Osman Gülceyê 90 salî yê kû li Artukluya navçeya Mêrdîn dijî piştî 45 salan ajovanî kir, dest bi karê xurdekariyê kiriye û ev 30 salê wî ye ku bi vî karî mijûl dibe. Gülce dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Mala Xwedê ava be, piştî 45 salên bê qeza û bela min dev ji ajovaniyê berda. Ji ber ez îxtîyar bûm min nikarî bû ajovantiyê bikira, min dest bi karê xurdekariyê kir. Elhemdûlîllah em îdare dikin. Li mal em 5 şexs dijîn. Piştî vî emrî xebat zor e, lê ez mecbur im bixebitim. Ez diçim mizgeftê, diçim firoşgehê û dixebitim. Dema îş tunebe ez Qur'anê dixwînim".
"Bila ciwanên me hurmetê bidin îxtîyaran"
Gülce, şîret li ciwanan kir û weha pêde çû: " Bila ciwanên me bo îxtîyaran rûmetdar bin. Heqê îxtîyaran li ser ciwanan heye. Bila xatirê dê û bavê xwe zanibin. Ger ew li dê û bavên xwe yên îxtîyar binhêrin dema ew jî kal û pîr bibin zarokên wan dê xatirê wan zanibin".
"Ne meaşê min ê îxtîyariyê ne jî BAĞ-KUR'a min heye"
Nezir Abakê ku dil daye karê sefariyê û di bin germa 90 derencî de zenetê xwe ddidomîne diyar kir ew di 9 saliya xwe de li Çarşiya Dîrokî ya Sefariyê ya Mêrdînê dest bi kar kir û dû re weha got: "Emrê min 79 sal e, ji 9 saliya xwe vir ve ez sefariyê dikim, lê niha karê sefarî nemaye. Ne meaşê min ê îxtîyariyê heye ne jî BAĞ-KUR'a min. Hemd ji Xwedê re ez nanê xwe ji vî karî derdixim. Berê hurmeta ji îxtîyaran re hê zêde bû. Her kes li memleketê xwe dijî niha millet belav bûye. Şêniyên Mêrdînê ji %80 ji bajarên din hatine. Digel vî emrê min xebat zor û zehmet e, ka ez çi bikim ji mecbûriyetê ez dixebitim. Li malê ez û bermaliya xwe tenê dijîn. Zarok tev jixwe re dişixulin, tu feda wan ji min re tuneye, nexwe pêdivîya min jî bi wan tuneye. Însan çi biçîne dê wî hilîne. Ger em başiyê jî û xerabiyê jî bikin wê derkeve pêşîya me. Cîwanên me mecbûr in li dê û bavên xwe binêrin. Tenê ji civakê em bendewarî başiyê dikin".
"Xweda emir dike da ku başî û qencî li dê û bavan bê kirin"
Selahattin Akalpoğluyê hostayê hesinkariyê yê û emrê wî 75 e, derbarê mijarê de diyar kir ew di demên ku li kargehê îş tunebe, wextê xwe giştî bi xwendina Qur'ana pîroz derbas dike. Akalpoğlu da zanîn kû ew hafizqûran e û weha got :"Xweda di Qur'ana pîroz de emir dike da ku başî û qencî li dê û bavan bê kirin."
Selahattin Akalpoğlu dû re weha pê de çû: "Ez ji 7 salî vir ve vî karî dikim. Ev 60 sal zêdetir çêbû ku ez karê hesinkariyê dikim û emrê min 75 sal e. Ev kara zenetîyê ye, ji ber vê yekê karên me bi me pir şêrîn e. Digel karê hesinkariyê ez hafiz im û Xwedayê teala di Qur'ana pîroz de emr dike da ku qencî li dê û bavan bê kirin û dibêje gerek meriv ji wan re nebêje of jî. Demên borî ciwan li hember îxtîyaran hê zêdetir bi rûmet û bi merhamet bûn. Lê niha ev rûmet û merhamet kêm bûye. Zorokên vî zemanî em dinhêrin emrê wan hê 10 sal e, cixarê dikşînin, dinêrin qehwexaneyan in û li dinyayê çi biqewimi ne xema wan e . Pêwist e, dê û bav li malê zarokên xwe terbiye bikin. Lazim e, bav tewsîya tiştên helal li zarokên xwe bikin û wan ji heraman bidin dûrxistin. Zarokên saleh bi vî awayî tên mezinkirin."
"Heya nemaye, îman zehîf bûye"
Akalpoğlu got: "Berê li ba însanan heya û îman hebû" û weha li axavtina xwe zêde kir: "Di zemanê me de pîrek nikarîbûn rût û tazî derketa derve, lê niha jin tazî terdikevin derve. Hikumetê destûr daye wan ew jî tazî derdikevin. Berê merhamet pir zêde bû, niha nema ye. Hurmet nemaye û hezkirin jî rabûye."
"Ger ciwan li dê û bavên xwe nenêrin îmana wan ne kamil e"
Selahattin Akalpoğlu, şîret li cîwanan kir û got "ger ciwan rûmeta dê û bavê xwe negrin îmana wan ne kamil e."dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: "Ger ciwan li dê û bavên xwe yên îxtîyar nenêrin îmana wan ne kamil e. Îro em dinêrin dema dê û bav îxtîyar dibin zarok wan davên aramxaneyan. Ev ne hereketeke baş e, qencî û başiya li dê û bavan emrê Xwedaye". (ÎLKHA)