Kesê ku êrîşî pîreka ku birêve diçû kir hat girtin
Kesên ku li Stenbolê pêşî bela xwe li pîreka ku li ser payerêyê birêve diçû da û dû re jî êrîşî kiribû hat girtin.
Êrîşkarên ku li Ataşehîra Stenbolê pêşî bela xwe li pîreka ku li ser payerêyê birêve diçû da û dû re jî êrîşî kiribû hat girtin.
Di lêpirsîna ku bi giliya pîreka A.Ç. ya ku êrîş lê hatibû kirin hatibû destpêkirin de kamerayên ewlehiyê hatin kontrolkirin û nasnameya êrîşkar hat tespîtkirin.
Polêsan Hakan D.(24) ê ku xwendevanê beşa tipê ye binçav kirin.(ÎLKHA)