Yapicioglu: "Kesê ku hindik qezenc dike zêde; ê kuzêde qezenc dike jî bacê hindik dide"
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu derheqê zamên ku li bacan hatine kirin de diyar kir " Kesê ku hindik qezenc dike zêde; ê kuzêde qezenc dike jî bacê hindik dide."
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapiciogluyê ku bo beşdarî Kongreya Navçeya Eyyubiyeya Rihayê ya HUDA PARê bibe hat Eyyubiyeya Rihayê derheqê rojeva hundir û derve de nirxandinên balkêş kir. Yapicioglu di nirxandina ku kir de derheqê bacên wesayîtan ên ku ji sedî 40 hatine kirin de wiha got: " Kesê ku hindik qezenc dike zêde; ê ku zêde qezenc dike jî bacê hindik dide."
" Kesê ku hindik qezenc dike zêde; ê ku zêde qezenc dike jî bacê hindik dide"
Yapicioglu derheqê bacan de nirxandinan kir û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Bac çi ye? Bac ew pereyên ku ji bo mesrefên dewletê karibin bên tedarikkirin ji welatiyan tên berhevkirin e. Di şert û mercên normal de ji wan kesên ku dahata wan hindikn bac hindik bê standin û ji wan kesên ku dahata wan zêde ye jî zêde bac bê standin. Ma ne wisa ye? Em dibêjin bo ku di warê bacê de edalet tesîs bibe divê hemû kes li gor hêz û serweta xwe bacê bide. Başe, gelo ma ev li Tirkiyê wisa ye? Bawer bikin rêjeya bacê û ya qezencê berewajiyên hev in. Ango; Kesên ku hindik qezenc dike zêde; kesên ku zêde qezenc dikin jî bacê hindik didin."
"Zen dike ku hemû kes wek wî ye..."
Serokê Şaredariya Mezin ê Enqerê Melîh Gokçek derheqê zama ku li baca wesayîtan hat kirin de diyar kiribû "Ne muhîm e, rojekê li lokantê xwarinê nexwe mesele temam e." Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de bêyî ku nav bide Gokçek rexne kir wiha got: " Ew zen dike hemû kes weke wî digel zêc û zarokên xwe di mehekê de çend caran diçin lokantê û 500-600 lîre dideynin li ser masê."(ÎLKHA)