• DOLAR 32.331
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2391.526
  • ...
18 hezar xwendekar di wextê dersê de li parkan hatin dîtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Midûrtiya Giştî yê Ewlehiyê ve li tevahiya Tirkiyê ji ber destpêkirina heyama nû ya perwerdehî û hîndekarariyê li derdora mekteban, li parkan û li baxçeyan kontrol hatin kirin.

Di kontrolên ku di navbera dîrokên 21-29ê Îlonê li derdora mekteban, li parkan û li baxçeyan hatin kirin de 7 hezar û 171 yekîne, 19 hezar û 170 polês  cî girtin û di 18 hezar û 805 parkan kontrol hat kirin.

Di kontrol û sepanên ku hatin kirin de 17 hezar û 798 xwendekarên ku  diviyabû di wextê dersan de li mektebê bana li parkan hatin dîtin û ji mekteban re hatin teslîmkirin. Her wiha li GBTya 123 hezar û 833 kesan hat nihêrtin. 224 kesên ku derheqê wan de lêgerîn hebû hatin girtin.(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir