• DOLAR 32.558
  • EURO 34.966
  • ALTIN 2458.808
  • ...
Li îstasyona trênê îzdîham: 22mirî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Mumbaiya bajêra Hindistanê di îzdîhama ku li derketina îstasyoneke trênê pêk hat de 22 kes jiyana xwe ji dest dan û herî kêm 32 kes jî birîndar bûn.

Li gor daxuyaniya ku ji teref Dipak Savantê Wezîrê Tenduristiyê yê parêzgeha Maharaştraya Hindistanê ve hatiye dayîn di derketina îstasyoneke trênê îzdîham derket. Di encama îzdîhama ku derket de 22 kes jiyana xwe ji dest dan û herî kêm 32 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin îzdîham ji ber ku rêwî xwestine xwe ji ber barana ku bariyaye bispêrin derbasoka di derketina îstasyonê pêk hatiye. Hat diyakirin dema ku rêwî xwe spastina derbasokê hinek kes îddîa kirine dê derbasok hilweşe û ji ber vê yekê îzdîham pêk hatiye.(ÎLKHA)

 









Bu haberler de ilginizi çekebilir